Îro ku êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê ketin hefteya duyemîn, tevgera leşkerî û dîplomatîk a li herêmê bi zêdebûnî berdewam dike.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araghchi di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Îran naxwaze "zerarê bide Amerîkiyên asayî" û operasyona leşkerî ya DYAyê rexne kir. Araghchi bi operasyona Washingtonê tinazên xwe kir û li şûna "Operasyona Epic Fury" îfadeya "Operasyona Şaşiya Destanî" bikar anî; her wiha DYA û Îsraîl ji bilindbûna bihayê petrolê berpirsiyar girt.
Fermandarê Hêzên Hewayî yên Mihafizên Şoreşa Îranê Mecîd Mûsevî jî daxuyand ku hêz û hejmara êrîşên mûşekan ên Îranê wê werin zêdekirin. Mûsevî got ku piştî vê yekê ew ê mûşekên ku serê wan ê şer ji tonekê siviktir in, bikar neynin.
Li herêmê çalakiyên parastinê jî dijwar bûn. Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê daxuyand ku balafirên şer ên RAFê di dema şevê de balafirên bêmirov yên ku ber bi Urdun û Behreynê ve diçûn, xistine xwarê. Londonê her wiha ragihand ku ji bo piştgiriya Mîrekiyên Ereb ên Yekbûyî firînên parastinê dane destpêkirin û piştî êrîşa li ser bingeha Brîtanyayê ya li Qibrisê, helîkopterên zêde şandine herêmê.
Li aliyê din, Serokdewletê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy daxuyand ku li ser daxwaza DYA’yê, ji bo parastina bingehên Amerîkayê yên li Urdunê balafirên bêmirov û operator şandine. Rêveberiya Kîevê diyar kir ku li dijî êrîşên Îranê, piştgiriya parastinê dide hin welatên Rojhilata Navîn.